cibrani avatar

Evîn û Erdnîgariya Nediyar

cibrani

Published: 25 Jan 2020 › Updated: 25 Jan 2020Evîn û Erdnîgariya Nediyar

Evîn û Erdnîgariya Nediyar

Hemû hesabê dinyayê li hember evînê têk diçin. Di dinyayê de her tişt dişibe hev, lê evîn naşibe tu tiştî.
Zimanê wê bêzimanî,
Rengê wê bêrengî,
Dengê wê bêdengî ye.
Gerra li wateya evînê, evînê kêm dike. Evîn ne dikeve nav çeperan ne tê destan ne jî dikeve nav wateya ku mirov dixwazin wê pênase bikin.
Evîn, qadeke serbixwe ye.
Evîn, dîroka veşartî ye.
Ti kesî heta îro xwe negihandiye temenê evînê û kes napirse evîn çend salî ye.
Dîroka mirovahiyê tê zanîn lê dîroka evînê hê jî nepenî ye, ji ber ku evîn ji mirovahiyê mezintir e.
pkdsmb.jpg
Tiştê girîngtir jî, yên evîndar nebin, nikarin bi vî zimanî biaxivin û evîn warekî bê erdnigarî ye.

Leave Evîn û Erdnîgariya Nediyar to:

Written by

Read more #evin posts


Best Posts From cibrani

We have not curated any of cibrani's posts yet. But you can encourage our curation team to review posts by visiting them regularly and by referring other readers. Because we give priority to frequently read content.

More Posts From cibrani